Pazar, 19 Kasım 2017
Anasayfa Zazakî Makaleler GUNEHÊ ME JÎ HEYE

GUNEHÊ ME JÎ HEYE

kediSelim Çurukkaya / Min du roj berê ji bona êrîşên hatinbûn ser Şivan nivîsek   bi ser nivîsa . ”Hûn nikarin tevayiyan vicdanan bê deng bikin”. weşandibû. Min li nasnameya kesên li ser Şivan nivîs, nivîsî bûn nerî, mêze kir. Li ser van zilamana gelekî fikirîm.

 

Gihiştim wê biryarê ku nivîsa min ya berê kêm bû. Loma min biryara nivîseke din da. Ez li vir navên wan kesên ku êrîşî Şivan Perwer kirine û heqaret lê kirine nadim. Ew xwe baş nas dikin. Berî vê nivîsê, min di nivîsa xwe ya berê de destnîşaneke weha kiri bû.

 

Ji ber ku îdeolijiyên resmî û dîktatorî dijminê huner û hunermendiyê ne. Wan ceza dike û dernaxin Televizyonan. Berhemên wan qedexe dike. Nahêlin ku ew derkevin konseran. Di nava civatê de wan pîs dike, li gor vê hustiyên wan li ber xwe didin xwarkirinê. Wan dike weke kuçikên tenê girêdayî xwediyên xwe. Piştî vê dikin, wan dîsa derdixin mazatê.”


Ez berdewam dikim. Wan bi tenê di vî halî de nahêle. Rewşenbîr, Rojnamevan, serokên şaredaariyan û nivîskaran dixin vî halê. Lê Rewşenbîr, Rojnamevan û nivîskarên ku serê xwe natewînin jî weke kuçikê malê bi kar tîne kesên weha jî ji sibê heta êvarî ji bona efendiyên xwe yên ku ew xistine vî halî direyên û wan biparêzin.

Mixabin vana jî berê rewşenbîr, rojnamevan û nivîskar bûn. Şexsiyeteke wan hebûn û wan li gor xwe, li hember îdeolojiya resmî û dîktatoriyê  derketibûn û hin rexne kiribûn. Heta nerehetiyên xwe, bi îşaretin destan, rû û çavan diyar kiribûn. Heta hinan di nav rêzên xwe de rexne jî kiribûn. Hinan jî di pirtûkên xwe de him li bizmêr û him jî li nêl dixistin.

Lê dîktarorî li hustiyê vana siwar bû. Hin kirin ajanê Almanan û hin jî kirin yên Tirkan. Hin bi tawana destdirêjiya hevala xwe ya qîz tawanbar kirin. Di nava malbat û civatê de ew kêm kirin. Xistin rewşeke weha ku hinan ji wan nema dikarîbûn ji tirsan derkevin derve û pêdiviyên xwe bikirin. Hin ji bona li vê ewropaya mezin silavekê bide, kes nedidîtin. Jinên gelekan ji ber vê dev ji mêrên xwe berdan. Nikaribûn pirtûk binivîsandana, yên nivîsandin jî nikarîbûn bifrotana. Dema ketin nava civatê heqaret li wan dihat kirin. Nikarîbûn derketana ser dikê, ji ber ku weke li çaxa navîn ya ewropayê dihatin aforozkirin.

Di dawiyê de dayax nekirin, lanet li diktatoriyê anîn.

Dîsa muamleya însaneyetiye ve hatin qebûlkirin. Di eslê xwe de şaş hatibûn fêmkirin. Bi gotinên xwe yên heta saxbana wê gelekî girêdayî partiyê û serokatiya yê bana gotin û bêdeng man.

Têrnekirina bêdengiyê tenê wan baş fêm dikirin.

Heger kesekî kar û xebat nedaba wan jî, wan tim dikarîbûn ji xwe re karekî peyde bikin. Li ku derê nivîskarekî serî neditewand, li ku derê hunermendekî serê wî bilind, li ku derê siyasetvanekî ku cûda biaxifiya bidîtana, dest diavêtin pênûsên xwe û êrîşî wan dikirin.

Ji ber ku dixwazin herkes weke wan hustuxwar bin.

Psikolojiyeke gelekî xerab e ev.

Ya rastî ew êrîşî eslê xwe yê berê dikin

Ji kesên serê wan bilind û li dijî dîktatoriyê hustiyên xwe xwar nakin xû dikin.

Ew bawer dikin ku wana jî wê nikaribin berxwe bidin

Loma êrîşên xwe zêde dikin...
 Kesên ku ew bi xwe êrîşî wan dikin û heger hustiyên xwe xwar bikin, wê kêfa wan bê.


Ev tam jî psikolojiya îtîrafê ye
Yên ketine girtîgeha Diyarbekirê vê dizanin.

Amîrê asayişi Yuzbaşî Esat Oktay Yildiran hin kirin îtîrafçî

Piştre van kesana xwestin ku ew jî hinên din bikin îtîrafçi bi dil û can xebat kirin.

Yên kes dikirin îtîrafçi, wan bi xwe jî dizanîbûn ev karê ew dikin ne rast e.

Wan dizanîbûn ku ev li dijî paşaroja wan, şexsiyeta wan, zanistiya wan bû.
Ji bona ku ji vê rewşê azad bibana tenê du rê ji bona wan hebû.
Ya wê îtîrafçîtî berdana, ya ji bona herkes bibana îtirafçi wê ji dil kar bikirana.
 Ji bona neqebûlkirina îtîrafçitiyê îrade lazim bû. Ji bona ku îradeya wan hatibû şkandin loma bûbûn îtîrafçî.

Ji bona kesên îradeya wan hatibû şkandin yek rê mabû ku bibin “kûçikê” wî û îredeyan bişkêne!

Kesên bê îrade çiqasî zêde bibin ew xwe ewqasî bê guneh dibîne.

 Niha di bin hebûna dîkatoriyê de li jiyana dramatîk ya li dinya Kurdan, rewşenbîr, nivîskar û hunermendan ev bû.


Bala xwe bidinê, di vê bûyera Şivan de kesên êrîşkar, tehdîdkar, ne Mustafa Karasu, Duran Kalkan, Murat Karayilan, Ali haydar Kaytan û Evdila Ocalan in. Ev kesana ji teref dîkator de hatine peçikandin, hatine pîskirin, hatine pêlêkirin bê şexsiyet hiştinin. Loma   di rojnemaya fesadiyê de vana bûne ajan, hatine pîskirin, navê wan  bi dijmin re kar dikin, hatiye belavkirin û bi awayekî vana kirin “Kûçikên malê” û ew bi vê yekê hatine xelatkirin.

Divê gunehê me bi van kesana bê.

Bi ketina vana yê vê rewşê, gunehê Şivan û yê me bi xwe jî heye.

Ji ber ku dema dîktatorêyê êrîş bire ser wan, em xwedî li wan derneketin.

Em nebûn hevparê zora wan, me ew neparastin, me dîktatorî teşhîr nekir ku ew ji vana çi dixwazî. Me negot tu çima di vê demê de mirovan afaroz dike. Me pirtûkên wan neweşand, pirtûkên hatine weşandin me nefirotin. Me tirsa wan nefirand û wêrekî neda wan...
Ketin û bê îrade man, ji bilî bibin “kûçikin malê” tu rê li pêşiya wan nema. Niha ji kesên serê wan bilind, yên hustuyên xwe xwar nekirin, bila van êrîşana ewqasî ecêb nebînin...

 

 

 

Son Güncelleme (Pazartesi, 23 Mayıs 2011 16:22)